• Wednesday, 18 February 2026
logo

Milîsên şîe: Me dest bi amadekariyên operasyona Mûsilê kiriye

Milîsên şîe: Me dest bi amadekariyên operasyona Mûsilê kiriye
Milîsên şîe yên Iraqê (Heşda Şeibî) dibêjin, wan dest bi amadekariyên operasyona Mûsilê kirine. Parêzgarê berê yê Mûsilê, Esîl Nucêfî jî dibêje, nabe milîsên şîe tevlî operasyona Mûsilê bibin.

Berdevkê Heşda Şeibî, Kerîm Nûrî ragihand ku wan odeya operasyonê ya Mûsilê pêk anîne û xwe ji standina Mûsilê re amade dikin.

Kerîm Nûrî diyar kir ku ew ode bi hevkariya artêşa Iraqê û milîsên sunnî yên parêzgeha Mûsilê hatiye avakirin û got, odeya operasyona Mûsilê mijûlî plana operasyonê ye.

Lê parêzgarê berê yê Mûsilê, Esîl Nucêfî ji Rûdawê re got, em ti carî naxwazin milîsên şîe beşdarî operasyona standina Mûsilê bibin.

Bajarê Mûsilê ji par havînê ve di destê DAIŞê de ye.

Rudaw
Top