• Sunday, 17 May 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi tundî bersifa Ebadî dide

Nêçîrvan Barzanî bi tundî bersifa Ebadî dide
Serokwezîrê Kurdistanê bersifa Serokwezîrê Îraqê dide.

Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi tundî bersifa daxuyaniyên Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî da û got: Hewlêr li gor rêkeftina heyî tevgeriyaye lêbelê heta niha Bexda di vê warî de ti gavek neavêtiye.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê ev erkên ku li gor proje qanûna bûdceya sala 2015an ketine ser mile xwe cîhbicîh kiriye lê mixabin heta niha hikûmeta Bexdayê bo cîhbicîh kirina erkên xwe û çareser kirina kêşeyên heyî ti gavek neavêtiye û para Kurdistanê ji bûdceya sala 2015an bo Kurdistanê neşandiye û ev di demekî de ye ku roj bi roj barê Kurdistanê jiber şerê dijî terorîstên DIŞIê û hatina hijmara zêde ya penaberan girantir dibe.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku hikûmeta Kurdistanê hewl bo çareser kirina kêşe û arîşeyên heyî yên li berdem dabîn kirina mûçeya karmendan dide û piştgîriya çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê dike.
Top