• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sermayedarek 50 milyon dinar pêşkeşî Dezgaha Xêrxwazî ya Barzani kir

Sermayedarek 50 milyon dinar pêşkeşî Dezgaha Xêrxwazî ya Barzani kir
Sermayedar Dana Mistefa, bi armanca alîkariya penaberan û dabînkirina pêwistiyên wan ên havînê, 50 milyon dinar bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bexşkir.

Sermayedarê bajarê Silêmaniyê Dana Mistefa, bi armanca alîkariya penaberan û dabînkirina pêwistiyên wan ên havînê, 50 milyon dinar bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bexşkir.

Derbarê mijarê de Berpirsê Ragehandina Dezgahê Xêrxwazî ya Barzanî Îbrahîm Semîn bo BasNewsê axivî û diyar kir ku, sermayedarê bajarê Silêmaniyê Dana Mistefa bi armanca naskirin û ji nêzîk ve dîtina karûbar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, doh serdana navenda dezgehê kir û bi serokê dezgehê Ezîz Şêx Riza re hevdîtinek pêkanî.

Semîn diyar kir ku di hevdîtinê de Dana Mistefa derbarê armanca serdana xwe gotiye ew ji bo bi rêya Dezgahê Xêrxwazî ya Barzanî alikariyê bide penaberan hatiye vê derê.

Semîn got; sermayedar Dana Mistefa bo alîkariya penaberan û dabînkirina pêwistiyên wan ên havînê, 50 milyon dînar dezgehê bexşkir.

Basnews
Top