• Sunday, 17 May 2026
logo

Serokomariya Tirkiyê: Em bo şer naçin Sûriyê

Serokomariya Tirkiyê: Em bo şer naçin Sûriyê
Berdevkê serokomariya Tirkiyê Ibrahim Kalın, di daxuyaniya heftane ya qesra serokomariyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û encamên civîna Konseya Ewlekariya Millî jî ragihandin.

Kalin da zanîn ku Sûriyê rêkxistina DAIŞê li hemberî Dijbereyê bikar tîne û nîşanên vê yekê di çend mehên derbasbûyî de jî têra xwe hatine dîtin.

Berdevkê serokomariyê dibêje, ew ti caran qebûl nakin ku li bakurê Sûriyê teraziya demografîk bi destê hinek aliyan were guhertin.

Ibrahîm Kalin dide zanîn ku ew ji destpêka krîzê ve dixwazin devereke ewle li ser sînor were çêkirin û heta niha jî vê nerîna xwe diparêzin.

Di derbarê parastina sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, berdevkê serokomariyê got: “Ji bo parastina sînor çi pêwîst be ew dê were kirin. Lê dema ev tedbîr têne wergirtin, nabe ku ragihandin bibêje, Tirkiyê dikeve şer an jî amadekariya şer dike. Parastina sînor erkê sereke yê dewletê ye.”

Li gora Kalin, Tirkiyê ti caran behsa çêkirina devereke tampon nekiriye, lê belê behsa avakirina herêmeke ewle û li dijî firînê dike û ji bo vê jî danûstandinên wan li gel aliyên pêwendîdar berdewam in.

Kalin derbarê pêkanîna Herêma Ewle de got: “Em li ser heq in di vê pirsê de. Li ser wê pirsê em dê berdewam bin li ser danûstandinên xwe bi deste û dezgehên navdewltî re. Ji bo wê mijarê herwiha Wezîrê Derve ligel rayedarên Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Fransa, Çîn, Malîziya û NATO civiyaye.”

Kalin herwiha rexne li wan aliyan girt ku li gor gotina wî dixwazin Tirkiyê û DAIŞê wek dost û hevpeyman nêşan biidn û got: “Di wan du hetfeyên dawî de ji ber bûyerên Girê Spî û Kobanî, hewl hat dayîn ku Tirkiyê û DAIŞê bixin di nav çaçoveyekê de. Tirkiye ti pêwendîyek bi rêxistinek wek DAIşê re nîne û ji niha paş de ti pêwendî nabe.”

Rudaw
Top