Amerîkayê ji Tirkiyê re got: Na!
Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Toner duh piştî ku civîna Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê (MGK) xilas bû, li ser hewlên Tirkiyê ji bo avakirina herêmek tampon li nav Sûriyê de got, ti hêcetek tine ku Tirkiyê li Sûriyê herêmek tampon ava bike.
Mark Toner da zanîn ku Amerîka beriya niha tengavî û aloziyên ku dê di encama avakirina herêma tampon de çêbibin, ji Tirkiyê re ragihandiye.
Toner anî ziman ku ew ji bûyer û pêşhatên ku li deverê diqewimin, bi fikar in.
Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê duh bi serokatiya Serokomar Erdogan civiyabû. Di civînê de herî zêde li ser “tehdîd û gefên Sûriyê” li ser Tirkiyê hatibû axaftin û hatibû gotin ku eger tehdîd li ser Tirkiyê hebe dê “tedbîrên pêwîst” bên girtin.
Her çend navê Rojavayê Kurdistanê nehatibû ziman lê heta niha gellek caran rayedarên tirk bi taybet Erdogan gotine, em ti carî nahêlin li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dewleta kurdî were avakirin çimkî ew li ser ewlehiya Tirkiyê tehdîd e.
Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê herêmek tampon ava bike. Cerablus di destê DAIŞê de û navbera Efrîn û Kobanî de ye.
PKKê jî duh ragihand, eger Tirkiye bikeve Rojavayê Kurdistanê ew dê êrişî hêzên Tirk bikin.
Rudaw
