• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ji Amerîka dixwaze navbênkariyê bike

Nêçîrvan Barzanî ji Amerîka dixwaze navbênkariyê bike
Hatina hejmarek mezin ji penaberan bo Herêma Kurdistanê erkê Herêmê gelekî giran kiriye û Bexdajî qûtê xelkê dibire.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dema pêşwazîkirina şanek Amerîkî, daxwaz ji Amerîka kirk u rolekê bilîze di çareserkirdina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziya şandek kongirêsê Amerîka de bi serokatiya endamê kongirês Rob Wêtman ji Amerîka xwest ku rola xwe di çareserkirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê de bibîne, bi rengê ku mafê xelkên Kurdistanê li gorî yasa û rêkeftinê bê parastin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî amje bi “Hatina hejmarek mezin ji penaberan bo Herêma Kurdistanê kir” ku bi sedemê “Erkê Herêma Kurdistanê gelekî giran bûye di heman demê de Bexda pêbendî rêkeftinê nabe û qûtê xelkê Kurdistanê dibire.”

Ji aliyê xwe ve Rob Wêtman ragihand ku di dema rahênkirina Pêşmerge hest bi wê yekê kir ku, Pêşmerge gelekî bi başî li wan navendan perwerde dibin.”

Basnwes
Top