• Sunday, 17 May 2026
logo

Salih Mislim: Tirkiye êrişî Rojava bike emê bersiv bidin

Salih Mislim: Tirkiye êrişî Rojava bike emê bersiv bidin
Hevserokê PYDê Salih Mislim diyar kir ku eger Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike ewê bersiv bidin. Mislim li ser komkujiya Kobanî jî got, plana êrişê li Tirkiyê hatiye danîn.

Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser îdiayên ku dibêjin YPG “paqijiya nijadî” li hember tirkmen û ereban dike, îhtimala êrişa artêşa Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê û komkujiya Kobanî ji rojnameya Milliyetê ya Tirkiyê re axivî.

Salih Mislim li ser îdiayên paqijiya nijadî got, tiştekî wisa derew e çimkî li wê herêmê kurd, tirkmen, ereb û aşûrî di nav he de dijîn û em hemiyan diparêzin.

Mislim anî ziman ku tirkmen jî mîna kurdan di bin tehdîda DAIŞê de ne lê hinek rayedarên Tirk, tirkmenan dikin darê destê selefî û cîhadiyên radîkal. Eger ew werin wê derê dê tirkmenên elewî komkuj bikin û serê hemiyan jêbikin. Ne ji ber ku tirkmen in ji ber ku elewî ne dê êrişî wan bikin. Eger li wir komkujiyek çêbibe wê çaxê dê bikeve stûyê Tirkiyê.

Li ser komkujiya Kobanî ya rojên 25-26ê vê mehê jî Hevserokê PYDê got, plana wê komkujiyê li Tirkiyê hatibû danîn çimkî li gorî agahiyên me beşek ji wan çekdarên ku êrişî Kobanî kiribûn, ji aliyê Tirkiyê derbas bibûn. Helbet di nav wan de kurdên Iraqê jî hebûn, erebên Til Ebyedê jî hebûn. Erebên wê deverê bi kurdiyek xweş qise dikin mirov nizane kurd in yan ereb. Hinek ji wan kincên YPGê li ber kiribûn.

Salih Mislim li ser îhtimal û îdiayên ku dibêjin Tirkiye dê derbas Sûriyê bibe û êrişî Rojavayê Kurdistanê bike jî got, Tirkiye tenê dikare bi biryara NATO bikeve Sûriyê lê eger bi serê xwe bikeve Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, wê çaxê rewş tê guhertin û emê jî bersiv bidin.

Li ser avakirina dewleta kurdî jî Mislim got, ne fikreke me wisa heye ne jî planeke me heye.

Rudaw
Top