• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û heyeteke Kongresa Amerîkayê civiyan

Mesrûr Barzanî û heyeteke Kongresa Amerîkayê civiyan
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed dixwest faraksiyonên nava parlamentoyê bo xwarina fitrê vexwendiba, lê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sifreya wî red kir.

Yûsif Mihemed dixwest bi mebesta lihevkirina parlamanteran, hemû alî û faraksiyonên nava parlementoyê li ser sifreya fitara rojiyê kom bike, lê Fraksiyona PDKê ew vexwendin red kir û ew fitara bi hevre hat hilweşandin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Fraksiyona PDKê gotiye: “Em naçin ser sifra kesekî ku hevpeymaniya aliyên siyasî têk biriye û parlamento kiriye cihê nakokiyên siyasî bo berjewendiya aliyekî diyar.”

23ê vê mehê, herçar aliyên siyasî yên Kurdistanê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû û serokê parlamentoyê û sekerterê parlamentoyê, bi bê PDKê û pêkhateyên din, civiyan û wan 4 aliyan pêşniyarqanûnek bo serastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin û xwendina yekê jê re kirin.

PDKê dixwaze wek qanûna niha serokê Herma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, lê aliyên din ên siyasî daxwazin wê qanûnê biguherînin û serok ji aliyê parlamentoyê were hilbijartin.

Piştî civîna 23ê vê mehê, Serokê Fraksiyona PDKê daxwaz ji serokê parlamentoyê kir ku daxwaza lêborînê ji wan bike, ji ber ku bi bê lihevkirinê ew civîn lidar xist û li pişta wan aliyan sekinî.

Rudaw
Top