Mesrûr Barzanî û heyeteke Kongresa Amerîkayê civiyan
Mesrûr Barzanî li gel heyeteke kongresa Amerîkayê civiya.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Kongresa Amerîkayê bi Serokatiya Serokê komîteya amadekariyên leşkerî ya kongresê Rob Wittman kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê û hijmareke din Şêwermendên leşkerî yên Amerîkayê jî tê de beşdar bûn, derbarê pêşhatin siyasî, ewlekarî û rewşa ewlekarî ya deverê de giftûgo hate kirin.
Di vê derbarê de heyeta mêwan spasiya qehremaniya hêzên pêşmerge û Kurdistanê kir û Serokê heyeta kongresê eşkere kir ku em rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê û Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê di warê rûbirû bûna terorîstên DIŞIê bi girîng dibînin û bo tekez kirin li ser dostatiya xwe ya li gel Kurdistanê weke beşek ji hevpeymaniya cîhanî hatine Kurdistanê.
Heyet eşkere kir ku di nava gelê Amerîka û kongresê de piştgîriyeke gelek zêde bo gelê Kurd heye.
Di beşeke din ya civîna han de Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bixêr hatina heyeta mêwan kir û spasiya Amerîkayê jî kir ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de hevkariya gelê Kurd û hêzên pêşmerge kiriye.
Mesrûr Barzanî got: Lazime Amerîka di warê dabîn kirina çek û pêdiviyên din yên leşkerî di vê şerê de zêdetir hevkariya Kurdistanê bike jiber ku ew şerê han bi tenê ne şerê Kurdistanê ye belku şerê tevahiya hêzên cîhana azade.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa hijmara şehîd û birîndarên hêzên pêşmerge kir û eşkere kir ku nehatin û direng hatina pêdiviyên leşkerî bo Kurdistanê bandoreke girîng li ser zêde bûna hijmara şehîd û birîndaran hebûye û lazime hikûmeta fedralî li Bexdayê jî erkên xwe yên destûrî li hember Kurdistanê cîhbicîh bike.
Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî bi awayekî berfire behsa kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û li ser çareser kirina kêşeyên han di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de hemfiri bûn û tekez li ser vê yekê jî kirin ku lazime niha bijardeya yekem ya her aliyekî şerê dijî terorîstên DIŞIê be.
