• Wednesday, 18 February 2026
logo

Birîndarekî xwepêşandanên Mihabadê jiyana xwe ji dest da

Birîndarekî xwepêşandanên Mihabadê jiyana xwe ji dest da
Birîndarekî xwepêşandanên li Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agehiyan li Rojhilatê Kurdistanê, birîndarekî din ê xwepêşandanên wê dawiyê li Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Akam Telac jiyana xwe ji dest da.

Akam Telac 19 salî û xelkê bajarê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê bû û xwandekarê qonaxa yekê ya Zanîngeha Azad a bajarê Mihabadê bû.

Li gor agahiyan, Akam Telac di xwepêşandanên li pêşiya hotêl Tara ya li Mihabadê di encama pevçûnên hêzên ewlehî yên Îranê û xwepêşanderan de hatibû birîndarkirin.

Akam Telac bi gulleyên hêzên ewlehî yên Îranê hatibû birîndarkirin.

Pêştir berpirsên siyasî û serbazî yên Îranê ragihandibûn, hêzên ewlehî yên wî welatî bi ti awayî teqe li xwepêşanderên li pêşiya hotêl Tara ya Mihabadê nekirine.

Çavkaniyên nêzîk ji malbata Akam Telac jî pêştir ragihandibûn, bi dehan saçmeyên guleyan ber cendekê kurê wan ketibûn. Ji hingê ve heya niha jî ew xortê Nexedeyî li nexweşxaneya Îmam Xomeynî ya bajarê Ormiyê dihat dermankirin û çend caran neştergerî jê re hatibû kirin.

Çavkaniyekî li Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Berpirsên Nexweşxaneya Îmam Xomeynî ya bajarê Ormiyê ji malbata wî xortê Rojhialtê Kurdistanê re gotine, ku Telac ji ber dijwariya birînên xwe jiyana xwe ji dest daye û daxwaz ji wan kirine ku herin nexweşxaneyê û termê kurê xwe werbigirin.

Hat ragihandin, Akam Telac 53 roj bûn ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, lê piştî wê dema dirêj koça dawî kir.

Biryar e termê wê xortê Nexedeyî her li bajarê Mihabadê bi axê were spartin

Di roja 7ê meha 5 a îsal de ji ber mirina bi goman a keça kurd a Miahabdî ya bi navê Ferînaz Xosrewanî li hotêl Tara ya wê bajêrî, bi hezaran kesan xwepêşandanek nerazîbûnê li pêşiya wê hotêlê lidar xistin û agir berdan hotêlê.

Piştre di pevçûnên navbera hêzên ewlehiyên Îranê û xwepêşanderan de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Ji bo piştgîriya xelkê Mihabadê, li çend bajarên din ên wek Serdeştê de jî xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Rudaw
Top