Serok Barzanî pêşwaziya Dr Eyad Elawî û şanda li gel kir
Li hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraq û navçeyê û hereşeya terorîstan û serkeftinên hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda xistin ber behs û guftûgoyan.
Li vê kombûnê da her dû alî li ser ewe hevrebûn ku serketina proseya siyasiya Iraqê yarmetîdere ji bo wê yekê ku terorîstên Da'îş zûtir bêne têkşikandin. Li beşekî dinê kombûnê da proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku ji bo serxistina proseya siyasî pêwîste hemû aliyek pabendî destûr û rêkkeftinan bibin.
