Piştî kirîza serokatiyê, “PDK dê xwe zêdetir nêzîkî YNKê bike”
Di civîna roja 25ê vê mehê ya Polîtburoya PDKê de pêşhatên dawî yên Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên PDKê bi partiyên din ên Kurdistanê re hatibû axaftin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di wê civînê de ku bi serokatiya Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî hatibû lidarxistin, behsa kirîza serokatiyê û civîna roja 23ê Hezîrana îsal a Parlamentoya Kurdistanê jî hatibû kirin.
Hat gotin ku di civînê de biryar hatiye dayîn arîşe û pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin her wiha lêjneyek were avakirin bi serokatiya alîkarê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî da ku bi partiyên din re li ser kirîza serokatiyê hevdîtin bike. Di nav lêjneyê de Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamê Polîtburoyê Mesrûr Barzanî jî hene.
Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, PDK dê pêwendiyên xwe û Gorranê li ber çavan re derbas bike û “xwe zêdetir” nêzîkî YNKê bike.
Rudaw
