Firokeyên Hevpeymanan baregehên DAIŞê li Şingalê bordûman kirin
Serperiştiyarê Pêşmerge li eniya Şingalêm“Emîd Izedîn Sado” ji BasNews re ragihand: “Îro 28 Hizêranê bi piştevaniya zaniyariyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê firokeyên cengî yên maniya Navdewletî baregehên DAIŞê li taxa (Hey Elnesir) li nava Şingalê bordûman kirin û embarekî çek û teqmeniyên DAIŞê li koşkeyên taxa (Simayil Beg) bi tundî bordûman kirin.”
Navborî got jî: “Di encamê bordûmanê de baregehên DAIŞê hatin rûxandin û embara çek û teqmeniyan jî hat teqandin û bêhtir ji 6 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.”
Basnews
