• Sunday, 17 May 2026
logo

Rojane 150 malbat ji Mûsilê direvin

Rojane 150 malbat ji Mûsilê direvin
Hat zanîn ku rojane 150 malbatên Mûsilê ji tirsa DAIŞê û operasyona standina bajêr direvin, hinek ji wan derbasî Sûriyê dibin û ji wir jî diçin Tirkiyê û ji Tirkiyê jî vedigerin Başûrê Kurdistanê.

Zêdetirî salekê ye bajarê Mûsilê û beşek mezin ji parêzgeha Neynewayê di bin destê DAIŞê de ye, ev çend meh in jî behsa operasyona standina Mûsilê di rojevê de ye ji ber wê jî ew kesên li Mûsilê dijîn ji tirsa DAIŞê û şer ji bajêr direvin.

Qayîmeqamê Mûsilê Husên Elî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, xelkê Mûsilê di çend rêyan re ji bajêr direvin. Piraniya wan derbasî Sûriyê dibin û ji wir jî diçin Tirkiyê.

Husên Elî diyar kir ku beşek ji wan malbatên ku ji Mûsilê direvin, otomobîlekê bi 2500 dolarî kirê digirin û pê diçin Sûriyê, ji wir jî bi qaçaxî derbasî Tirkiyê dibin. Hinek ji wan vedigerin Başûrê Kurdistanê, hinek jî li Tirkiyê dimînin û beşek ji wan jî berê xwe didin welatên Ewropî.

Li gorî agahiyên qayîmeqamê Mûsilê, xercê her malbata ku ji Mûsilê direve û bi ser Sûriye û Tirkiyê re derbas dibe û tê Kurdistanê, 6 hezar dolar e.

Husên Elî anî ziman ku hinek ji malbatên Mûsilî yekser ji Mûsilê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Ew, bi alîkariya şêxên erebên sunnî û agahdariya saziyên ewlehiyê yên Kurdistanê derbasî deverên di bin kontrola Pêşmerge de dibin û ji wir jî bi piyan bi qasî 10 saetan dimeşin û xwe digihînin Herêma Kurdistanê.

Elî da zanîn ku hinek ji malbatên Mûsilî jî direvin devera Hewîce ya Kerkûkê û ji wir jî bi 200 dolarî bi qaçaxî derbasî nav Kerkûkê dibin.

Qayîmeqamê Mûsilê ragihand ku niha nêzîkî 4 milyon û 500 hezar kes li Mûsilê dijîn lê tenê milyonek û nîv ji wan, xelkê Mûsilê ne yên din hemû ji deverên din ên Iraqê hatine wir.

Husên Elî diyar kir ku niha %98ê xelkê Mûsilê ereb in tenê beşek pir biçûk kurd tê de mane û komek biçûk jî filleh mane.

Wî rayedarê Mûsilê eşkere kir ku çekdarên DAIŞê pê hesiyane ku xelk ji bajêr direve lewma rêbendên xwe şidandine û çavdêriyeke tund dikin.

Ew rêya ku malbatên Mûsilî tê de derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, xeter e. Hefteya borî malbateke Mûsilî ku ji bin destê DAIŞê reviyabû, di rê de bombeyek bi wan de teqiyabû, 4 endamên malbatê birîndar bibûn.

Rêveberiya Tenduristiya Dihokê ev nûçe piştrast kir û ragihand, 2 ji birîndaran zarok bûn ku piraniya wan rûçkê wan şewitîbû, dema hatin dermankirin radestî hêzên asayişê hatin kirin.

Ru
Top