YPG: DAIŞ`ê li Kobanê û Hesekê ziyanek mezin dîtiye
Hesekê – Ji aliyekî din ve hêrîşên çekdarên DAIŞ’ê ya li hemberî navenda bajara Hasekê berdewam dike.
Şervanên YPG bi armcanca 3 gundên li Rojhilatê Hasekê ya ku çekdarên DAIŞ`ê ji rejîme standibûn rizgarbikin şevê din operasyonek lidarxistin û Di encam de her 3 gund jî ji çekdarên DAIŞ`ê hatiye paqijkirin û şervaên YPG dest girtine bi ser maşînekî leşkerî, 1 BKC û 1 roketavêja B7 bi dest xistin.
Eve di demekê de ye ku, şeva bûrî çekdarên DAIŞ’ê li hemberî şervanên YPG yên li Taxa Ezîziyê hêrîşek lidarxistin, piştî hêzên me bersivên tund dan hêrîşê çekdarên DAIŞ`ê hatiye şikandin lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
Xendan
