• Sunday, 17 May 2026
logo

Penaberên êzîdî li Stenbolê di rewşek kambax de ne

Penaberên êzîdî li Stenbolê di rewşek kambax de ne
Ew penaberên kurd ên êzîdî yên ku dixwestin derbasî Bulgaristanê bibin û li ser sînor hatibûn vegerandin, li Stenbolê di rewşek kambax de ne.

Çend roj berê komek penaberên kurdên êzîdî, ji kampeke penaberan li Amedê çûbûn ser sînorê Tirkiye û Bulgaristanê û xwestibûn derbasî Bulgaristanê bibin û ji wir jî herin welatên Ewropî lê li ber deriyê sînorî yê Kapikule hatibûn vegerandin.

Ew penaberên êzîdî, ku hejmara wan zêdetirî 2 hezar kesî ye, li nav bajarê Stenbolê di rewşek kambax de ne. Ew bi şev li derve dimînin û dora wan jî ji aliyê hêzên polîs ve hatiye dorpêçkirin.

Par havînê çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribûn, ji ber wê jî bi hezaran kurdê êzîdî neçar mabûn ji mal û warê xwe dûr bikevin û bibin koçber û penaber.

Rudaw
Top