• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dadgeha Tawanên Navdewletî dê Malikî û komek alîkarên wî dadgehbike

Dadgeha Tawanên Navdewletî dê Malikî û komek alîkarên wî dadgehbike
Dadgeha Tawanên Navdewletî biryar da ku Serokwezîrê Îraqê yê berê Nûrî Malikî li gel komek alîkarên wî bên rewandin bo dadgehê bi tuhmeta pêkanîna komkujiyan.

Berdevkê fermî bi navê Dadgeha Tawanên Navdewletî li Rojhilata Navîn “Mihemed Keibî” ragihand: “Aîlkarên ku li gel Malikî yên ku li gorî biryarê gerek bên dadgehê ev in berpirsê leşkerî di nivîsgeha Malikî de (ferîq rukin Farûq Arecî) û fermanderê hêza wişkanî (ferîq rukin Elî Xêdat) û wezîrê bergirî bi wekalet (Sadûn Eldilêmî) û birîkarê berê yê wezîrê navxo û serokê berê yê Istxibarata (Idnan Esedî), berpirsên operasyonan di dezgeha istxbarata de (ferîq Qasim Eta) û (Zihêr Xerbawî) û serokê dezgeha jinavbirina têrorê (ferîq Talib Şixatî).

Hwerwiha navborî got jî: “Belgehên temam li ber destê dadgehê hene ku destwerdana Malikî di komkujiyên li Kerkûk û Enbarê de hene.”

Basnews
Top