Serokwezîrê Tirkiyeyê li gel HDPê dicive
Biryare sibê Serokwezîrê Tirkiyeyê li gel heyeteke HDPê bicive.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê vê sibe roja duşem, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davudoglu dê pêşwazî li şandeke Partiya Demokratîk a Gelan bike.
Şanda HDPê ji her yek ji Dengir Mir Mehmet Firat, Idris Baluken, Huda Kaya pêk tê.
Ev civîna yekem ya herdu partiyan e piştî hilbijartinên Tirkiyeyê.
