• Wednesday, 18 February 2026
logo

KERKÛK- Serokê Şîrketa Petrola Bakur hat kuştin

KERKÛK- Serokê Şîrketa Petrola Bakur hat kuştin
Îro piştî nîvro li taxa Erefe ya bajarê Kerkûkê, Serokê Desteya Operasyona Şîrketa Petrola Bakur a ser bi HikûmetaIraqê ve hat kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Serokê Desteya Operasyonên Şîrketa Petrola Bakur, Sead Elî Hesen bi demançeya bêdeng ji aliyê çend kesên nenas ve hat kuştin.”

Sad Elî Hesen xelkê başûrê Iraqê û ji pêkhateya şîeyên Iraqê ye û ji bo wergirtina kursiyê Rêvebiriya Giştî ya Petrol Başûr a Iraqê hatibû berbijêrkirin.

Rudaw
Top