“Artêşa Tirkiyê dê bi 18 hezar leşker bikeve Sûriyê”
Rojnameya Yenî Şafak, ku rojnameyek nêzîkî hikûmetê ye, eşkere kiriye ku li ser fermana Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglu û agahdariya MÎTê, artêşa Tirkiyê xwe ji bo operasyona Sûriyê amade dike.
Li gorî rojnameyê, plana êriş û operasyona Sûriyê dê heta roja îniyê (3ê Tîrmehê) amade bibe û 18 hezar leşker dê beşdarî vê operasyonê bibin û li herêma Cerabulsê ya Sûriyê bicîh bibin.
Herêma Cerablusê, 28 km dûrî sînorê Tirkiyê û di destê DAIŞê de ye.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku beşek ji wê hêza artêşê dê li ser sînor bibmîne û bi temamî derbasî nav xaka Sûriyê nabe.
Beriya niha jî hatibû gotin ku hikûmeta Tirkiyê fermana operasyona Sûriyê daye lê artêşê bicîh nehaniye.
Fikar û tirsên Tirkiyê piştî kontrolkirina bajarê Girê Spî ji aliyê hêzên YPG û Volkana Feratê ve zêde bû.
Şirovekar û pisporên siyasî dibêjin, ji ber ku Tirkiye ditirse li Rojavayê Kurdistanê dewleta kurdî ava bibe û her sê kantonên Efrîn, Kobanî û Cizîrê bibin yek û “korîdora kurdî” ava bibe, derbasî wir dibe û dixwaze li wir herêmek tampon ava bike.
Erdogan du roj beriya niha jî gotibû, em ti carî nahêlin li bakurê Sûriyê (Rojava) û li başûrê Tirkiyê (Bakur) dewleta kurdî were avakirin.
Rudaw
