Hêzeke taybet a Sûriyê gihîşt Qamişlo
Li gorî agahiyên Rûdawê, fermandeyê sûrî yê navdar general Îsam Zehredîn îro bi balafirê gihîşt bajarê Qamişlo. Hat gotin ku hêzekete taybet a artêşa Sûriyê bi wî re bûye.
Her wiha fermandeyê hêzên Sûriyê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, general Mihemed Xedûr jî ku sê roj berê ji ber şerê DAIŞê ji Hesekê derketibû, bi general Îsam Zehredîn re vegeriya Qamişlo.
General Îsam Zehredîn, ku ji eşîra Dûrzî ye, yek ji fermandeyên navdar ên artêşa Sûriyê ye. Nav û dengê wî zêdetir ji ber tund û tûjiya wî ye.
Piştî ku çekdarên DAIŞê li Hesekê pêşde çûn, YPGê ragihand ku ew dê pêşiya çekdarên DAIŞê bigirin û nehêlin zêde pêşde biçin.
Her wiha hat zanîn ku şeva borî parêzgarê Hesekê û aliyên kurdî yên wî bajarî li hev civiyane.
Rudaw
