Serkirdeyekî Yekgirtû: Em Yekgrtû radestî Goran nakin
Perlementarekî Yekgirtû, bersiva wan rexenyan dide ku behsa têkilbûna pirojeya Goran û Yekgirtû dikin û dibêje: “Yegirtû nayê radestkirin bo Tevgera Goran.”
Endamê berê di perlementoya Kurdistanê de li ser lîsta Tevgera Goran “Burhan Reşîd” li ser malpera xwe li tora civatî Facbook belavkiribû ku :“Kak Newşêrwan dilniyayî daye ku, ew dê pêbend bi helwêsta Tevgera Goran derbarê yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û parastina heman helwêstê li gel Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê YNKê û Yekgirtû Islamiya Kurdistanê û Komeleya Isalmiya Kurdistanê.”
Derbarê vê mijarê endamê parlementoya Kurdistanê li ser lîsta Yekgirtû “Cemal Koçer” ji BasNews re ragihand: Yekgirtû bîr û baweriyê xwe yên taybet hene, gelek pirsên siyasî hebûn divabû berî 10 salan hatibana çareserkirin lê çareser nabin, ji ber rêkeftinên siyasî li ser nehatine kirin, lewma em wek Yekgirtû di wê baweriyê dene ku ev pirs pêwîstî tîfaq û rêkeftinên siyasî ne berî ku bibin yasa û got jî: “Heta niha Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê ku mezintirîn partî ye ne li gel vê pêşniyarê ye, lewma divê em yekdeng bin ji ber dem ne dema dijminatiyê ye.”
Herwiha got jî: “Çi aliyek xwedî pêşniyarekê be ku aliyên din li ser li hev bikin û pirsgirêkan çareser bikin em dê li gel wê pêşniyarê bin, lê belê ji pêvî wilo Yekgirtû ne mecbûre têkeve jêr siyasetekê ku ji bo xelkê zerermend be, lewma Yekgirtû qebûl nake ku têkeve bin bandora ti partiyek siyasî din de û heger Yekgirtû têkeve bi bandora Tevgera Goran ya hêzeke din, em dê ji Yekgirtû re dibêjin fermo Partiyê radestî Goran bikin yan jî peyrewê siyaset xwe bin.”
basnews
