Buldan: AKP'ê ji mezinbûna DAIŞ ê berpirsiyare
Perwîn Buldan diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi komkujiya li Kobanê nefreta xwe ya li hemberî kurdan carene din nîşan da û wiha pêde çû: "DAIŞ'ê li hemberî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn rûyê xwe yê reş û nefretê careke din nîşan da. Em êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya duh pêk anî û bû sedema birîndarbûna sedan welatiyên me û qetilkirina dehan hevalên me carek in şermezar dikim.”
Buldan got: “Erê DAIŞ'ê li hemberî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn rûyê xwe yê qirêj û bêbext nîşan da. Lê em dikarin vê yêkê baş bînin ziman. Ya DAIŞ anî vê noqteyê û mezin kir piştevaniya hikûmeta AKP'ê ye. Ji van mirin, êrîş û bombeyan berpirsiyarê yêkemîn e.”
Rêxistina HDP'ê ya Stenbol û Koordînasyona HDK'ê ya Stenbolê ji bo êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya ku roja 25/6/2015`an li Kobanê pêk hatin şermezar bikin li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin.
Xendan
