Barzanî 3 peyam bo Serokê Fransa, Rûsiya û Mîrê Kuwêt dişîne
Serokê Herêma Kurdistanê peyamekê bo Serok û Mîrê her sê welatan Fransa, Rûsiya û Kuwêt re dişîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi boneya oxirkirina siyasetmedarê Rûsiya Yevgînî Pirîmakov bo Serokê Rûsiya Viladîmêr Botîn dişîne, têde xemgîniya xwe û ya gelê Kurdistanê dide nîşan.
Di peyamek din de ku bi boneya bûyera têrorîs ya li bajarê Liyon li Fransa rûdabû, ji bo Serokê Fransa hatibû şandin, Serok Barzanî xemgîniya xwe û ya gelê Kurdistanê bo Serok Fransa Fransiwa Oland anî der.
Herwiha Serok Barzanî di peyamekê bo Emîrê dewleta Kuwêtê Şêx Sebah Ehmes Elcabir gemgîniya xwe û ya Gelê Kurdistanê anî ziman û ew kiryara têrorîs li wî welatî şermezar kir.
Basnews
