Suneyên Îraqê Konfedralîzmê dixwazin
Parlemanterekî yekîtiya hêzên Îraqî ku ji hêzên Sune pêk hatiye ragihand ku, ji bo misogerkirina mafên pêkhateyan û welat bi giştî baştirîn rêya çareseriyê ji bo Suneyên Îraqê Konfedralîzme.
Serkirdeyê hevpeyaniya hêzên Îraqî Nacih Mîzan ragihand: Baştirîn rêçare ji bo Sune pêkanîna sîstema Konfedraliye, çûnkî rê çareye bi awayekî giştî parêzgarî li pêkhateya Sune û yekîtiya welat dike.
Nacih Mîzan got: Ew parêzgehên Sunî ku dikevin çarçoveya konfedralîzmê aşkira ne ku ji parêzgehên Diyale, Selahedîn , Enbar û Musilê pêk tên û Bexdad jî weku paytexta hikmeta Itîhadî dimîne.
Xendan
