Jimara şehîdên Kobanê giha 206 kesî
Rewangeha Sûriyê bo mafê mirovan belavkiriye ku hejmara kesên ku DAIŞê ew li bajarê Kobanê û gundên derdora wê şehîdkirine bû 206 kes piştî dîtina termê 32 şehîdên nû li nava bajar de, li gerî zaniyariyan di nav wan şehîdan de 26 zarok û welatiyên din hene di komkujiya li gundê “Berx Botan” li başûrê Kobanê û bi sedema gulebarnkirina welatiyan bêhtir ji 300 welatî birîndar kirin û egera zêdebûna şehîdan hîna heye.
Rewangeha Sûriyê ew jî eşkere kir ku bi sedema şer û pevçûnên di navbera DAIŞ û Şervanên Kurd de 16 şervanên Kurd şehîd bûne û 54 çekdarên hatin kuştin û tê behskirin ku heta niha şer li başûrê Kobanê berdewame û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî rolek berbiçav di vî şerî de digrre.
Basnews
