Pêşmergeyan “operasyona tolhildana Kobanê” destpê kirin
Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê-Rojhilat (PAK) di daxuyaniyekê de ragihandin ku, wan ji Kelha Başûr a Kerkûkê, pêgehên çekdarên DAIŞê li gundê Kûbeybayê bi tundî tobparan û gulebaran kirin.
Gundê Kûbeyba dikeve başûrê-rojavayê Kerkûkê, opersasyina Pêşmergeyan jî bi navê “operasyona tolhildana Kobanê” bû.
Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, ji bo çend demjimêrekê çekdarên DAIŞê hatin “tevizadin” piştire jî firokeyên hevpeymanan bi tundî pêgehên çekdaran bombebaran kirin.
“Operasyona tolhildana Kobanê” heta demjimêr 04:00 ji serê sibeha îro, 27ê Hezîran, dirêj kiribû “di encam de jî ziyaneke madî û mirovî ya mezin gehişte çekdarên DAIŞê, bi awayekî ku 9 çekdar hatin kuştin.”
Basnews
