• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rêveberiya Kantona Kobanî: Kobanî bi temamî hat kontrolkirin

Rêveberiya Kantona Kobanî: Kobanî bi temamî hat kontrolkirin
Cîgirê Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Kobanî Îdrîs Nehsan got, ti çekdarekî DAIŞê di nava Kobanî de nemaye

Îdrîs Nehsan her wiha diyar kir ku hêzên YPGê li pey wê grûpa çekdaran digerin ku ber bi başûrê Kobanê ve reviyane.

Nehsan her wiha ragihand ku di çend saetên pêş de dê ew grûpa çekdaran jî were jinavbirin.

Wî rayedarê Kantona Kobanî anî ziman ku ew niha ziyanên êrişa DAIŞê dihesibînin.

Hat zanin ku tevahiya bajarê Kobanî ketiye bin kontrola hêzên YPGê.

Her wiha hat zanin , ti sivîlek di destê çekdarên DAIŞê de nemane.

Rudaw
Top