Hikûmeta Tûnisê deriyê 80 mizgeftan digre
Duh, 26ê Hezîranê, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) êrîş kirine ser 2 hotêlan li parêzgeha Sûse ya Tunisê, di encama êrîşê de 39 kesên sivîl, di nav wan de biyanî jî hebûn, hatine kuştin.
Serokwezîrê Tunisê (Elhebîb Elseyd) ew êrîş bi tundî şermezar kir û ragehand jî ku, wî çend biryarên “girîng” ji bo parastina ewelehiyê derxistine.
Yek ji biryarên Elhebîb Elseyd ew bû ku, deriyê 80 mizgeftên ku “li derveyê desthilata dewletê ne” bên girtin.
Herwiha Hikûmeta Tunisê daxwaz ji “leşkerên yedek” kir ku vegerin li ser karê xwe, bi taybetî li “navçeyên hestiyar.”
Serokwezîrê Tunisê “hilweşandina her partiyeke ne li gor destûrê” jî derkir, herwiha amaje kir ku dê welatê wî xwendineke nû ji bo “yasaya rêxistina komeleyan” bike.
Rudaw
