Tilefer - Şerekî giran di navbera Pêşmerge û DAIŞê de derket
Fermandeyê Pêşmerge Lîwa Haşim Sîteyî got, îro danê sibê saet 05:30 çekdarên DAIŞê li eniya Herdanê li bakurê bajarokê Tileferê êrişî çeperên Pêşmerge kirin ji ber wê jî şerekî giran derket.
Haşim Sîteyî diyar kir ku wî şerî saetekê dom kir lê êrişa DAIŞê hat şikandin.
Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku di wî şerî de komek çekdarên DAIŞê hatin kuştin lê ji ber ku kuştiyên xwe bi xwe re birin, nayê zanîn ka çend çekdar hatine kuştin.
Rudaw
