• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞekî hevalên xwe kuşt û xwe radestî YPGê kir

DAIŞekî hevalên xwe kuşt û xwe radestî YPGê kir
Li ser rêya Şêran çekdarekî DAIŞê du ji hevalên xwe dikuje û piştî azadkirina kesên sivîl, xwe radestî hêzên YPGê dike.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî Imer Kalo ragihand, YPGê îro avahiyak li ser rêya gundê Şêran li Kobanî kontrol kir ku di bin kontrola çekdarên DAIŞê de bû û DAIŞê ew avahî wek çeperekê bi kar dianîn.

Li gor Peyamnêrê Rûdawê, YPGê êrişî vê avahiya bin destê çekdarên DAIŞê kir û çend qenasên DAIŞî li ser bane avahiyê kuştin. Li gor agahiyan Rûdawê, di vê avahiyê de çekdarên DAIŞê 16 kesên sivîl wek dîl girtibûn û ew girtî wek mertalên zindî li hemberî êrişên YPGê bi kar dianîn.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, piştî ku şervanên YPGê qenasên DAIŞê kuştin, tenê 3 çekdarên wan di nava avahiyê de man û piştre çekdarekî DAIŞê 2 ji hevalên xwe kuşt û girtiyên sivîl berda û piştre jî xweradestî hêzên YPGê kir.

Rudaw
Top