• Wednesday, 18 February 2026
logo

DIŞI 50 sivîl dîl girtiye û 150 kes şehîd kiriye

DIŞI 50 sivîl dîl girtiye û 150 kes şehîd kiriye
Heyva Sor a Kobanî dibêje, nêzîkî 50 kesên sivîl dîl ketine destê DIŞIê, herwiha eşkere kir ku di nava 2 rojan de zêdetirî 150 kesên sivîl li Kobanî şehîd ketine.

Rêveberê Heyva Sor a Kobanî, Şahîn Şêx Elî ragihand: "Heta niha nêzîkî 50 sivîlên xelkê taxên Miktel û Şehîd Moro dîl di destê DIŞIê de ne û ew rêxistin wan sivîlan wek mertal di şer de bi kar tîne."

Li ser hejmara qurbaniyan jî Şahîn Şêx Elî wiha got: "Li gorî zaniyariyên di destê me de ku ji malbatên qurbaniyan hatine wergirtin, zêdetirî 150 kesên sivîl di nava 2 rojan de li Kobanî bi destê DIŞIê şehîd bûne û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûne

Top