“Li Sûriyê em rê nadin Dewleta Kurdî”
Serokomar Erdogan di merasîma Fitar û Xelatên Xaça Sor de axifî.
Erdogan got, “Ew kesên ku şerên Kobanî kirine behane, di 6-7-8ê Îlonê de alozî derxistin û ew bû sedema kuştuna 50 kesî. Dîsa li heman bajarî şer heye û heman kes dixwazin li Tirkiyeyê jî aloziya pêk bînin”
Serokomarê Tirkiyeyê gotinên xwe wisa berdewam kir:
“Ez banga xwe li ew kesên ku bê fedî, bê westiyabûn ji Tirkiyeyê re dibêjin terorîst dikim: Eger heysiyet, şerefa we hebe hûn çawa dikarin ji ew welatê ku ji we re deriyê xwe vekiriye re bibêjin terorîst? Eger heysiyata we hebe, hûn çawa dikarin wî welatî bi navê terorîst tohmetbar bikin. Ew tweetên hûn dinivîsin rûyê we yên reş spî nake.”
Erdogan berdewam kir û got: “Tirkiye, helbet piştgiriya têkoşîna azadiya we yê li Sûriyê dike û bi nêtê pak nêzîkî yên Iraqê jî dibe. Berdela wê her çi be jî em ti cara rê nadin ku li bakurê Sûriyê dewletek bê avakirin. Em rê nadin demografiya wê herêmê bê guhertin. Ji bo aramiya Suriyê çi bikeve para me, emê bikin”
Rudaw
