Almanya: Rahênana şervanên Êzidî ne erkê me ye
Hêzek ji Pêşmergeyên Kurdistanê ligel hejmarek ji serbazên artêşa Iraqê li başûrê Almanyayê rahênanê dikin
Di navenda Infanter a li bajarê Hamburg a li başûrê Almanyayê, ku yekemîn rahênana pêşmerge li ser çekên Dije-Tank a Mîlan li wir hatibû encamdan, heyama du hefteyan e ku hêzeke pêşmergeyên Kurdistanê û hejmarek serbazên artêşa Iraqê bi hev re rêhênanê dikin û êdî rahênana wan bidawî hat.
Jêderekî ji artêşa Almanyayê ragihand: “Duh rahênana pêşmerge û serbazên Iraqê bidawî dibe, ku ew 14 roj bûn li navenda Hamburgê bûn.”
Wî jêderê artêşa Almanyayê ku nexwast navê wî were aşkerekirin û navê wî ji bal Rûdawê tê paratsin, derbarê daxuyaniyeke Wezîra Bergiriya Almanyayê Ursula von der Leyen de ku çend rojên borî niha gotibû, ezmûna me ligel pêşmereyan serkeftî bû û em dê rahênana bi şervanên kurdên Êzidî li navçeyan wan bikin, got: “Heta niha erkê rahênana şervanên Êzidî bi me nehatiye spartin.
Bi rêyên taybet ên artêşa Almanyayê, Rûdawê xwe gihande koordînatorekî ‘Navenda Kurdistan bo Rahênan û Hemahengiyê’ ku Almanya bi çend welatên Hevpeyman re bo rahênana pêşmerge li Bineslawe ya Hewlêrê damezrandiye. Wî rayedarê ji Rûdawê re got, ti agahiyên wisa di ber destê wî de nînin û bê agahiya xwe ji erkek wisa bo rahênana şervanên kurd ên Êzidî nîşan da.
Rudaw
