• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kobanî- Dîsa şer dest pê kir

Kobanî- Dîsa şer dest pê kir
Piştî ku bi şevê şer rawestiyabû, îro serê sibehê car din şerê di navbera hêzên YPGê û çekdarên DAIŞê li nav bajarê Kobanî destpêkir.

Hat ragihandin : “Ji duh derdora saet 21:00ê bi şevê, şer li Kobanî rawestiyabû, lê îro serê sibehê car din şer li derdora nexweşxaneya Miştenûrê destpêkir.”

Çekdarên DAIŞê hîn xwe di nava nexweşxaneya Miştenûrê û çend cihên din li Kobanî asê kirine û di bin dorpêça hêzên YPGê, asayiş û xelkê Kobanî de ne.”

Duhî serê sibehê çekdarên DAIŞê êrişî Kobanî kirin û komkujiyek li wir pêk anîn. Piştre wan çekdaran 4 cih li nava bajêr kirin çepera xwe û şer û pevçûn di navbera wan û şervan, asayiş û xelkê Kobanî de heta şevê din berdewam dikir.

Li gorî agahiyên Rûdawê di encama wê êrişa çekdarên DAIŞê de ser Kobanî, zêdetirî 100 welatiyên Kobanî û gundên derdora wê şehîd bûn û 150 kes jî birîndar bûne, herwiha 30 termê 30 çekdarên DAIŞê li nava Koabnî mane.

Li gorî daxuyaniyeke YPGê, êrişa DAIŞê ji deriyê sînorî yê Murşid Pinar bûye û YPGê welatê Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar dike ku rê ji wan çekdaran re vekiriye da ku derbasî Kobanî bibin, lê Tirkiyeyê wê yekê red dike.

Rudaw
Top