Daxwaz tê kirin Barzanî dûbare bibe Serokê Kurdistanê
Li gor rapirsiyeke NRT ji sedî 62ê beşdarbûyan daxwaz dikin Serok Barzanî dûbare bibe Serokê Kurdistanê.
Beriya çend rojan kanala NRT derbarê pirsa hilbijartina Serokê Kurdistanê de rapirsiyek pêk aniye.
Heta niha bi giştî 104 hezar û 221 kesan beşdariya rapirsiya han kirine û ji wan 64 hezar û 975 kes ku dike ji sedî 62ê beşdarbûyan daxwaz dikin ku Serok Barzanî dûbare bibe Serokê Kurdistanê.
