• Wednesday, 18 February 2026
logo

Helwesta Amerîkayê ji êrişa DAIŞê li ser Kobanî

Helwesta Amerîkayê ji êrişa DAIŞê li ser Kobanî
Hikûmeta Amerîkayê helwesta xwe derbarê êrişa çekdarên rêxistina DAIŞê li ser bajarê Kobanî eşkere kir û ragihand ku, DAIŞ nikare li wî bajêrî bimîne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzek wisa mezin ya DAIŞê li Kobanî tune ye û nikare li wir pêşve biçin. Amerîka ji êrişa wan dilgiran e, lê DAIŞ nikare li Kobanî bimîne, ji ber ku bergiriyeke bihêz li bajêr heye û hêzên kurdî bajêr diparêzin.”

Li gorî wê daxuyaniyê: “Her pêşveçûneke DAIŞê me dilgiran dike, lê divê zêdetir bergirî li wan navçeyan were kirin ku nû tên kontrolkirin.”

Duhî serê sibehê çekdarên DAIŞê êrişî Kobanî kirin û komkujiyek li wir pêk anîn. Piştre wan çekdaran 4 cih li nava bajêr kirin çepera xwe û şer û pevçûn di navbera wan û şervan, asayiş û xelkê Kobanî de heta şevê din saet 20:00 berdewam dikir, lê tevî ku hinek çekdar li nava bajêr mane, lê dîsa ji wê saetê de heta vê sivehê şer rawestiya bû.

Li gorî agahiyên Rûdawê di encama wê êrişa çekdarên DAIŞê de ser Kobanî, zêdetirî 100 welatiyên Kobanî û gundên derdora wê şehîd bûn û 150 kes jî birîndar bûne, herwiha 30 termê 30 çekdarên DAIŞê li nava Koabnî mane.

Li gorî daxuyaniyeke YPGê, êrişa DAIŞê ji deriyê sînorî yê Murşid Pinar bûye û YPGê welatê Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar dike ku rê ji wan çekdaran re vekiriye da ku derbasî Kobanî bibin, lê Tirkiyeyê wê yekê red dike.

Rudaw
Top