HESEKÊ - YPG û artêşa Sûriyê amadekariya şer dikin
DAIŞê roja pêncşemê derdora saet 18:00ê êvarî êrîşî rêbendeke hêzên rejîma Sûriyê kir û di encamê de bi dehan kes ji hêzên rejîma Sûriyê birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya niştîmanî ya taxa Ezîziyê hatin veguhestin.
Nûçegihanê Rûdawê herwiha got, ku hêzên rejîma Sûriyê ji çiyayê Kewkeb ve cihên DAIŞê li başûrê Hesekê û li herdu taxên Neşwê yên rojhilat û rojava bombebaran dikin.
Çavkaniyeke taybet ji Hesekê ji Rûdawê re ragihand ku YPG niha li çeperên pêş nêzîkî avahiya ewlekariya tawanan bicih bûye û tê çaverêkirin ku ligel hêzên rejîma Sûriyê êrîşeke hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê pêk bînin.
Êrîşa DAIŞê ya îro piştî wê yekê hat, ku hêzên rejîma Sûriyê roja pêncşemê avahiya ewlekariya tawanan dîsa xistin bin kontrola xwe û ew yek jî bi piştgiriya fewca 123ê ya artêşa Sûriyê li çiyayê Kewkeb pêk hat.
Li gor agahiyên nûçegihanê Rûdawê yê li Hesekê, di encama şerê li Hesekê de 30 kesên sivîl birîndar bûne û tekez kir ku DAIŞ çend xort li taxên Neşwe û Vêlat revnadin û herwiha bi dehan ji hêzên rejîma Sûriyê jî kuştin.
Rudaw
