• Wednesday, 18 February 2026
logo

DBP: Divê gel here ser sînorê Kobanî

DBP: Divê gel here ser sînorê Kobanî
DBPê bang li gel kir, ji bo pêşî li çekdarên DAIŞê bê girtin û nekaribin ji Tirkiyeyê derbasî Kobanî bibin, herin ser sînor û bibin mertalên zindî. Di daxuyaniyê de pişgîriya Tirkiyeyê bo DAIŞê jî hat şermezarkirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li dijî êrîşên çekdarên DAIŞê bo ser Kobanî banga 'bibin mertalên zindî' kir. Hevserokê Rêxistina DBPê li Amedê Alî Şîmşek bang li gel kir ku biçin sînorê Kobanî-Pirsûsê û anî ziman ku ji bo çûyîna ser sînor dê wesayît ji ber avahiya DBPê bi rê bikevin.

Şîmşek diyar kir, ku çekdarên DAIŞê azadkirina Girê Spî hezm nekirine û bi rêya sînorê Tirkiyeyê êrîşê Kobanî kirine. Şîmşek herwiha got: “Em baş dizanin ku paqijkirina Kaniya Xezalan û gelek deverên din ji çeteyên DAIŞê, gelek aliyan aciz kiriye. Ev nerehetî jî veguheriye êrîşê.”

Di wê daxuyaniyê de herwiha hat gotin, “Kobanê ji bo gelê Kurd xeta sor e û hat destnîşankirin ew dê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.” Şîmşek got: “Em gelê Amedê vexwendiyê sînor dikin. Gelê Amedê di pêvajoyê berê de jî gelê Kobanê bi tenê nehişt. Em bang li her kesî dikin ku biherikin ser sînor. Divê tenê bi şermezarkirinê nesekinin û herin ser sînor.”

Rudaw
Top