• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amara şerê duh : 100 welatî şehîd bûne û 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Amara şerê duh : 100 welatî şehîd bûne û 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin
Li gorî agahî û amarên destbêkê heta niha 100 welatiyên Kobanê û gundên derdora wê bi destê çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Peymanêrê Rûdawê jî dibêje termê 20 çekdarên DAIŞê li nava Kobanî hatine dîtin.

Li gorî amarên dawî yên Yekîneyên Parastina Gel ( YPG), heta niha 30 çekdarên DAIŞê ji aliyê şervanên wan û yên YPJê ve hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya YPGê ew hêza DAIŞê îro saet 04:00 sibehê ji deriyê sînorî yê Mûrşid Pinar ji aliyê Tirkiyeyê ve bi dizî derbasî nava bajarê Kobanî bûne û piştî teqandina otomobîlekê li nêzîkî deriyê sînorî ji aliyê wan çekdaran ve.

YPGê wiha got: “Piştî wê teqînê, çeteyên DAIŞê êriş kirin ser taxa Kaniya Kurdan, Nexweşxaneya Pijîşkên Bêsînor, taxa Botan û mizgefta Hecî Reşad.”

YPGê wiha domand: “Çekarên DAIŞê cilên şervanên Artêşa Azad li xwe kiribûn û welatiyên gelê me dan ber guleyan, ku piraniya wan jin û zarok bûn, ku dixwestin derheqê wan de kumkujiyê pêk bînin.”

Herwiha YPGê ragihand: “Saet 05:00ê sibehê çeteyên DAIŞê êrişî gundên Berxa Botan, Zirek û Girê Sevê.”

Daxuyaniya YPGê wiha dibêje: “Me êrişa DAIŞê ji du aliyan ve têk birin û piştî bi dawîhatina şer, emê encamên dawî yên şerê îro bi temamî belav bikin.”

Her wek peyamnêrê Rûdawê Imer Kalo ji nav Kobanî ve ragihand ku, heta niha welatiyên Kobanî termên 30 çekdarên DAIŞê di nav bajar de dîtine.

Herwiha li gor agahiyan di encama derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nav bajarê Kobanî û gundên derdorê de, bi giştî zêdetirî 100 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 150 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, komkujiyek mezin li gundê Berxa Botanê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye pêkanîn ku tenê di wê komkujiyê de hejmara şehîdan digihîje 20 kesan.

Rudaw
Top