ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir
Encûmana Niştimaniya Kurdî – Sûriyê (ENKS) ragihand ku, êrîşên li Kobanê pêwîstiya me bi yekrêziya aliyên Kurdî tekez dike û tekez kir ku ev êrîş tên holê piştî serkeftinên şervanên Kurd li Girê Sipî û helmeta hin şofîniyan dijî van serkeftinan.
Di daxuyaniyekê de ENKSê tekez kiribû ku Îro 25 Hizêranê çekdarên DAIŞê bi cilên şervanên Kurd û Artêşa Azad derbasî nava bajarê Kobanê bû û karesetek mirovî derheqê xelkên sivîl li wî bajarê pêkanîn.
Daxuyaniya ENKS amaje bi wê yekê jî kir: “Çrkdarên DAIŞê êrîş birin ser bajarê Hesekê û xelkê sivîl kuştin û aramiya di nav pêkhatiyên Hesekê ji Kurd, Ereb, Êzdî û Xiristiyanan de hilweşand.”
Herwiha daxuyaniyê tekez kir: “Ev êrîşên kînî piştîşikestinên mezin yên DAIŞê li Girê Sipî tên holê.” di demekê de ku “Hin şofîniyan metirsên xwe ji azadkirina deverên Rojavayê Kurdistanê anîbûn ziman û gelek tuhmet derbarê kurdan bê belge belavkirbûn.”
Di daxuyaniyê de hatiye ku: “Aliyên şofînî bi wan nexeş hatibû ku Herêma Kurdoistanê alîkariyên lezgîn bo deverên rizgarkirî rêkirbûn..”
Ji aliyekî din ve ENKS ev erîşên hovane bi tundî şermezar kirin û tekez kirin ku Îro ji hemi demê bêhtir pêwîstya me bi yekrêziyê heye, nabe bi tenê aliyek deverên Kurdî birêve bibe, ji ber ku yekrêziya Kurdan bûye berpirsyaretiyek neteweyî.”
Basnews
