• Wednesday, 18 February 2026
logo

Umer Koçer: Ev rewş pêwîstî bi karîzmaya Barzanî heye.

Umer Koçer: Ev rewş pêwîstî bi karîzmaya Barzanî heye.
li paytexta Elmanya Berlîn, Parlamenteré Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê di parlementoya Kurdistanê de Umer Koçer liser rûdawa duh a di parlementoyê de rûdabû û pirsa serokatiyê daxuyanî dan.

Koçer ku niha li Elmanyaye serokatiya şanda Komisiyona Destpakiyê dike, ew roja Sêşemê li civîna parlemenoyê amade nebû bû.

Koçer ji BasNews re ragihand: “Min bi rêya Ragihandinê agahî û zanyarî naskirin, Lê min beriya niha helwîsta xwe diyar kiriye, êdî welatiyên me nikarin tehemula vê rewşê bikin, ewên li şuna min jî biaxvin, ez ji bo wan dibêjim; Ew ji def xwe diaxivin, anku ligor serê xwe, nabe ti aliyek di vê rewşê de were pişt guh kirin, ji vê Hikûmeta binge firawan a herêmê her kesî mifa wergirtiye û di berjewendiya hemî aliyan de ye.”

Umer Koçer got jî: “ Di vê demê deheger lihevkirinek çênebe ew ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.”

Liser pirsa BasNews eger hûn li Kurdistanê bane da hûn beşdarî civîna 23ê meha Hûzeyranê biban?

Koçer got:” Ez nikarim bêjim, jiberku ez baş agehdar nînim, weku hevalên me li Behdînan gotin ew civîn pêçewaneya biryara serkirdayetiyê ye, jêkvebuna aliyên siyasî li Kurdistanê bes nîne, vêca di nava aliyan de jî jêkvebun çêbibe, dinava partiyan, firaksiyonan da jî tifaq têkbiçît ev jî ne dema wê ye.”

Sebaret dest jikar vekêşana yek ji damezrênerên Yekgirtu Koçer got: “Di vê demê de divê em hemû alîkar bin ku em yekrêziya xwe biparêzîn û kêşeyên bi vî rengî dibe sedemek ku em dîsan paşvebiçîn, hêvîdarim hemu alî liser hesabê aliyên din xwe bihêz nekin, em hemû bihevra ciwanîn, di vî alî de gelê me hindikî ruhet bu ye, ev jêkvebûne tenê dilê nehezên me xweş dike.”

Koçer zêdetir got jî: “Di rewşek wek vê rewşê de mana kesayetiyekê wek Serok Barzanî pêwîstiye, li gel yekrêzî û tîfaqa aliyên siyasî ji ber rewşa Kurdistanê niha yek car tehemula tevlehevî û neyekrêziya aliyên siyasî nake, ji ber niha pirsa sereke ew ku em dê çawa miletê xwe bibparêzin.”

Basnews
Top