• Wednesday, 18 February 2026
logo

Waliyê Rihayê: Çekdarên DAIŞê ji Cerablusê ve çûne Kobanî

Waliyê Rihayê: Çekdarên DAIŞê ji Cerablusê ve çûne Kobanî
Waliyê Rihayê Izzettin Kuçuk ragihand ku, çekdarên DAIŞê ji bajarokê Cerablusê yê di navbera herêma Kobanî û Herêma Efrînê de, çûne nava Kobanî.

îro serê sibehê çekdarên nenas êrîşî Kobanî kirin û niha şer di navbera wan û hêzên YPGê de li pêşiya nexweşxaneya Miştenûrê diqewime. Herwiha çekdaran otomobîleke bombekirî li deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de teqandine.

Izzettin Kuçuk ragihand: “Çekdarên DAIŞê ji bajarokê Cerablusê yê di navbera herêma Kobanî û Herêma Efrînê de, çûne nava Kobanî.”

Kuçuk di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji ber êrişa DAIŞê li ser Kobanî, 41 birîndar bo nexweşxaneya Sirûçê hatine veguhestin ku yekî ji wan jiyana xwe ji dest da.”

Rayedarên Kantona Kobanî ji Rûdawê re ragihandin: “Çekdarên DAIŞê ji Tirkiyeyê ve êrişî kobanî kirin.”

Lê Waliyê Rihayê ew yek red kir û got ew gotin ne rast in û tekez kir ku çekdarên DAIŞê ji Cerablusê derbas bûne.

Rudaw
Top