• Wednesday, 18 February 2026
logo

Çekdarên DAIŞê ji “axa Tirkiyê” êrîşî Kobanê kirin

Çekdarên DAIŞê ji “axa Tirkiyê” êrîşî Kobanê kirin
Ji bajarê hat Kobanê ragihandin ku, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bi “4 otombîlên xwe ku alên YPG li ser danîbûn û çekdaran jî cilên YPG li xwe kirine derbasî ji aliyê Tirkiyê ver derbasî Kobanê bûn.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye ku “çekdarên DAIŞê otombîleke bombekirî li deriyê sînorî yê Murşitpinarê teqandine.”

Li gor Rewangehê, niha şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de li “cadeya 48 û li Murşitpinarê û li çend navçeyên din ên nava Kobanê berdewamin.”

Peyamnêrê me da zanîn jî ku, hejmareke din ji çekdarên DAIŞê ji aliyê gundê Berx Batan li başûrê Kobanê derbas nava bajêr bûne, niha jî çekdarên DAIŞê ji 4 aliyên hevsînorî êrîşî Kobanê dikin.

Çavkaniyeke rojnamevanî ji nava Kobanê ragihand ku, firokeyên hevpeymanan çekdarên DAIŞê li gundê Berx Batan bombebaran kirin.

Derbarê rewşa mirovî ya welatiyan jî, peyamnêrê me ragihand ku bi dehan kuştî û birîndar hene û heta niha Tirkiyeyê rê li pêş derbasbûna birîndaran bo Bakurê Kurdistanê ne vekiriye.

Dema çekdarên DAIŞê derbasî Kobanê bûne, bi guleyan êrîşî welatiyên sivîl kirine, niha jî hejamreke zêde ji wan welatiyên sivîl kuştî û birîndar bûne.

Bajarê Kobanê roja 26ê Çile ji aliyê şervanên kurd û Pêşmergeyên Kurdistanê hatibû rizgarkirin, piştî êrîşa çekdaran li ser di 16ê Tebaxê êrîşa xwe li ser wê herêmê destpêkiribûn.

basnews
Top