• Wednesday, 18 February 2026
logo

Êrîşa çekdaran û derbideriya xelkê li Hesekê berdewmain

Êrîşa çekdaran û derbideriya xelkê li Hesekê berdewmain
Şer û pevçûnên navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rejîma Sûriyê li nava Hesekê berdewamin, pêleke mezin a derbideriyê jî destpêkiriye.

Serê sibeha ro 25ê Hezîranê, çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bazgeheke hêzên rejîma Sûriyê li başûrê-rojavayê Hesekê teqandin û ji wê de êrîşa xwe ya bo nava bajarê Hesekê destpêkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye ku, niha şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê de berdewamin, her du alî jî navçeyên hev topbaran dikin.

Ji encama wan şer û pevçûnan, bi sedan ji welatiyên taxên ku niha şer lê berdewame mal û milkên xwe bicih hiştine û derbiderî taxên bajêr ên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bûne.

Derbarê navçeyên Hesekê yên ku ketine dest çekdarên DAIŞê de, Rewangeha Sûrî diyar kir ku, niha çekdarên DAIŞê ketine “texên Neşwe û Şerîa, nexweşxaneya zarokan û kolîja perwerdeyê.”

basnews
Top