• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rewşa Kobanî Tevliheve u xelik ber bi sinurveye

Rewşa Kobanî Tevliheve u xelik ber bi sinurveye
Hinek çekdarên nenas serê vê sibehê derbasî nava Kobanî bûne û niha şer di navbera wan û hêzên YPGê de berdewam dike.

Rayedarên kantona Kobanî jî tekez dikin ku rewş di bin kontrolê de ye û tu metirsiyek li ser Kobanî tune ye.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî ragihand ku îro serê sibehê çekdarên nenas êrîşî Kobanî kirin û niha şer di navbera wan û hêzên YPGê de li pêşiya nexweşxaneya Miştenûrê ya ku ji aliyê pizîşkên sînornenas ve tê birêvebirin, diqewime.

Imer Kalo wiha got: “Çekdarên ku êriş kirin ji xelkê re gotine hûn kafir in, diyar e ew çekdarên DAIŞê ne. Cihê ku derbasî wan bûne û xelk tê de bûn ew xelk hemû kuştine. Malin hene ku xelkê wan bi temamî hatine kuştin. Min bi xwe jinek dît ku hemû malbata wê hatibûn kuştin û ew jî birîndar bibû.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku çekdaran otomobîleke bombekirî li deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de teqandine û şehîd û birîndar jî di encama teqînê de hene, lê hîna hejmara wan nehatiye naskirin.

Kalo derbarê ziyanan jî ragihand: "Derdora 25 şehîd û 70 birîndar hene, ku piraniya wan sivîl in."

Rayedarên kantona Kobanî ji Rûdawê re ragihandin ku ew çekdar bi cilên şervanên YPGê derbasî Kobanî bûne û rewş niha di bin kontrolê de ye û tu metirsî li ser bajarê Kobanî tune ye.

Rayedarên kantona Kobanê ji Rûdawê re gotin ku ew çekdarên nenas niha ji aliyê hêzên YPGê ve hatine dorpêçkirin û çend çekdarek jî hatine kuştin.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, heta niha nediyar e ka ew grûpa çekdarî ya nenas ji kuderê derbasî Kobanî bûye.

Rudaw
Top