Mesrûr Barzanî û Stuart Johnes civiyan
Mesrûr Barzanî û Konsulusê Amerîkayê civiyan.
Duh Şêwermendê civata asayîşa Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Îraqê Stuart Johnes û heyeteke pê re kir ku ji hijmareke rayedarên leşkerî yên Amerîkayê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû behsa pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstên DIŞIê, pêşrewiyên hêzên pêşmerge û rewşa deverê hate kirin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de giftûgo li ser şikesta terorîstan li Sûriyayê hate kirin û Mesrûr Barzanî di vê derbarê de got: Terorîstên DIŞIê bi berdewamî rastî şikestê tên û serkeftinên hêzên Kurdî li Sûriyayê jî zexteke gelek mezin li ser terorîstan çê kiriye.
Di berdewamiya hevdîtinê de Konsulusê Amerîkayê tekez li ser dom kirina hevkariyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge û berfiretir kirina hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Amerîkayê kir.
