• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞ malbatên Kurd li Reqayê destgîrdikin.

DAIŞ malbatên Kurd li Reqayê destgîrdikin.
Pştî bidawîbûna maweyê 72 setan Kurdên ku nikarîbûn ji Reqayê derkevin DAIŞê ew girtin û ber bi zindanan ve birin.



Piştî maweyê ku çekdarên DAIŞê dabûn malbatên Kurd li Reqayê ku 72 seeten bûn bi dawî hat Îro 25 Hizêranê Çekdarên DAIŞê dest bi hilmetek girtina Kurdên wî bajarî kir.



Çalakvanên bajarê Reqayê ji BasNews re ragihandin ku, çekdarên DAIŞê îto êvarî bêhtir ji 35 malbatên Kurd li Reqayê girtin di nav wan de zarok û jin hene, ew girtî ji gundên derdora Reqayê û taxên bajarin.



Wan çalakvanan tekez kirin ku çekdarên DAIŞê dest danîn ser hemî samanên wan malbatan, û ew girtî ber bi zindanên bajarê Reqayê birin bi mebesta ku lêkolînê li gel wan bikin û helmetên girtinê hîna berdewamin.



Basnews
Top