• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî alîkariya Amerîka bo herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Nêçîrvan Barzanî alîkariya Amerîka bo herêma Kurdistanê bilind dinirxîne
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duh roja çwarşemiyê 24.06.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Stewart Conz sefîrê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê yê Îraqê û şandeya pê rek u ji himareke diplomatkar û fermandarên leşkerî pêkhatibû, kir.

Sefîrê Amerîkayê yê Îraqê piştevaniya hikûmeta welatê xwe ji bo hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de nîşan da û tekîd kir ku, hevkarî û alîkariyên Amerîkayê di hemû waran de, bi taybetî di warê leşkerî û meşiq û rahînana pêşmergeyê Kurdistanê de, berdewam dibe.

Di civînê de behsa arîşe û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin û di vî warî de sefîrê Amerîkayayê destxweşî li hikûmeta Kurdistanê kir ku weke pêwîst wê wezîfeya xwe li hember Bexdayê bi cî kiriye û bi timamî pabendî lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê û qanûna budceya giştiya Îraqê kiriye û divê hikûmeta Bexdayê jî wezîfeya xwe li heber Hewlêrê bi cî bike û bi timamî budceya herêma Kudistanê binêre ji ber ku barekê giran li ser milê herêma Kurdistanê ye. Sefîrê Amerîkayê tekîd kir ku, giringe hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê bên çareser kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana sefîrê Amerîkayê bo herêma Kurdistanê kir û hevkarî û alîkariya hikûmet û xelkê Amerîkayê di demên tengav de bo hikûmet, xelk û pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand. Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa emnî ya deverê, şerê dijî terorê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de behis kir.

Li dor têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku dixwaze hemû pirsgirêkan digel Bexdayê bi danûstandin û diyalogê çareser bike, lê eger Bexda bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê û qanûna budceya giştiya Îraqê a sala 2015ê, pabend nebe, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona dabînkirina pêdawîstiyên hevwelatiyan û bi taybetî dabînkirina miaşê karmendan û mihtaciyên pêşmergeyê Kurdistanê, hin rêyên din digire.



Top