• Wednesday, 18 February 2026
logo

Malikî dê ji posta cîgirê Serokomar bê dûrxistin

Malikî dê ji posta cîgirê Serokomar bê dûrxistin
Hevpeymaniya Dewleta Yasa, dixwaze Malikî ji posta cîgirê Serokomar dûrbixe di sedema ku ew astengiyan tîne pêşiya Hikûmeta Ebadî.

Çavkaniyek ji nav Hevpeymaniya Dewleta Yasa, eşkere kir ku ew hewil didin ku Nûrî Malikî ji posta cçgirê Serokomar der bikin û Ibrahîm Caferî deynin çûna wî piştî rêkeftinekê li gel Serokomar.

Wê çavkaniyê ji BasNews re ragihand ku, piştî gotûbêjên li gel Serokomarê Îraqê Fûad Masûm, Hevpeymaniya Dewleta Yasa di wê hewlê deye ku Nûrî Malikî yê ku li ser pişka hevpeymaniya wan bûye cîgirê Serokomar bugherin û wezîrê derve Ibrahîm Caferî li şûna wî deynin.

Herwiha got jî: “Malikî vê dawiyê gelek astengî ji Hikûmeta Ebadî re çêkirin, lewma Dewleta Yasa dixwaze wî ji deselatê dûrbixe.

Basnews
Top